Rûhanî: Deriyê Îranê ji Amerîkiyan re vekirî ye

Cezayên navdewletî yên li ser Îranê, îro hatin rakirin.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Îranê ragihand ku, rê li pêş Amerîkiyan vekirî ye ji bo li Îranê werberhênanê bikin.

Bi helkefta rakirina cezayên navdewletî yên aborî li ser Îranê, serokomarê welêt, Hesen Rûhanî di konferansek rojnamevanî de ragihand ku, ew dê hemû hewldanên xwe bikin ji bo karta taybet rola xwe di aboriya Îranê de bibîne.

Cezayên aborî bi sedema programa atomî, ji aliyê civaka navdewletî ve li ser Îranê hatibûn sepadnin, lê di rêkeftina 5 welatên zilhêz û Îranê de, biryara rakirina wan cezayan hat dayîn.

Rûhanî diyar kir ku, rê li pêş weberhênerên Amerîkî vekirî ye ji bo li Îranê kar bikin.

Navborî amaje kir jî ku, eger weberhênerên Amerîkî bixwazin li Îranê kar bikin, divê pêbendî yasayên wî welatî bibin.