Demirtaş: Em partiya herî baş in

Konferansa giştî ya HDPê li Enqerê dest pê kir.
kurdistan24.net

K24- Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku, ew dê li kongreya xwe hemû kêmasî û şaşiyan gotûbêj bikin û tekez kir ku “em partiya herî baş in li Tirkiyê.”

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahatdîn Demîrtaş di gotara destpêkê ya konferansa partiya xwe de li Enqerê got: “Cenaze hene li naverastê tên hiştin. Îşkence li cenazeyan tên kirin. Ev ne mijareke şer û çareseriyê ye. Ne mijareke ku bi pirsgirêka Kurd re têkildar e. Dibe ku li ser her mijarê em ji hev cihê bifikirin. Di mijara çareseriya pirsgirêkan de nêrîna HDP an jî AKP/hikûmetê ji hev cuda ye. Lê belê, eger di mijara îşkenceya li cenazeyekî de em ji hev cuda difikirin, ya em ne mirov in yan jî ew ne mirov in.” 

Demîrtşa diyar kir jî ku, dê di knferansa HDP de şaşî û kêmasiyên partiyê li ser mêza gotûbêjan be û wiha berdewam kir: “Lê belê tevî kêmasiyên xwe jî em partiya herî baş a Tirkiyeyê ne.”

Li gor ku Demirtaş aniye ziman, gel ji HDPê çaverê ye ku, rê li pêş rejîma dektatorî û faşîzmê bigre, tekez kir jî ku divê ew hêviya gel neşikînin.

Demîrtaş di berdewamiya axaftina de got jî: “Sekinandina şer, karê me yê destpêkê bû. Lê belê me nikarîbû şer bisekinînin. Di nava vî şerê ku me nikarîbû pêşî lê bigirin de, em ketin nava hewldanan ku nirxên giştî yên gerdûnî yên exlaqî neyên binpêkirin.”

Hevserokê HDPê anî ziman jî ku, wan çendîn car banga rawestandina şer kiriye, lêbelê wan li pêşberî vê bangê “dilekî însanî yê vê bangê bibihîze” nedît.