Li Tirkiyê zexta li ser rojnamegeran zêde dibe

Li Tirkiyê piştî hilbijartinan û bûyerên li bajarên Bakurê Kurdistanê diqewimin zextên li ser çapemeniyê, girtin û binçavkirina rojnamegeran roj bi roj zêde dibe.

K24 – Enqere

Li Tirkiyê piştî hilbijartinan û bûyerên li bajarên Bakurê Kurdistanê diqewimin zextên li ser çapemeniyê, girtin û binçavkirina rojnamegeran roj bi roj zêde dibe. Rojnameger, çapemeniya dijber û çapemeniya Kurdî di van şert û mercan de dixebitin.

Komeleya Mezûnan a ODTUyê, bi piştgiriya rojnameya BİRGÜNê panelek birêve bir. Rojnameger û nivîskarên beşdarê panelê derbarê zextên li ser rojnamegeran, çapemeniya dijber û Kurdî de axivîn.  

Rojnamegerê rojnameya Cumhuriyetê  Kemel Goktaş  diyar kir ku berê tenê li ser çapemeniya Kurdî û çepgiran zext hebû lê belê desthiladariya îro li ser hemû çapemeniyê zextan dike û wan diçewsîne.

Kemal Goktaş got: "Erka çapemeniyê ew e ku gel agahdar bike rastî çibe li gorî wê nûçeyan çêbike. Mixabin îro tevahiya çapemeniya sereke ketiye bin bandora desthilatdariyê. Zextên ji bo bêdengkirin û jiholêrakirina çapemeniya Kurdî jî  gihiştiye asta herî jor."

Rojnamegerê Ozgur Gundemê Hûseyîn Aykol jî bibîrxist ku di salên 90an de avahiyên wan hatin bombebarankirin û bi dehan rojnamegerên wan hatibûn kuştin û niha jî bi dehan xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê di girtîgehan de ne.

Huseyin Aykol wiha axifî: "Ev 26 sal in em karê rojnamegeriyê dikin,  rojnameya me çend caran bi destê dewletê hate girtin û şewitandin. Dema em li dîrokê dinerin çi tişt negûherîne. Dewlet careke din rojnamegeran digire û careke din wan dikuje û tiştekî nû tune ye."

Di warê azadiya çapemeniyê de Tirkiyê yek ji welatên herî hişk û li paşmayî ye. Li gorî Rêxistina Rojnamegerên Azad, di warê azadiya çapemeniyê de Tirkiyê di nava 180 welatan de, di rêza 149an de ye. Herwiha li Tirkiyê bi dehan rojnameger di girtîgehê de ne û zext û fişar rojbiroj zêdetir dibe.

Rojnamegerê rojnameya Cumhuriyetê Kemel Goktaş