Li Bexdayê 3 welatiyên Amerîkayê hatin revandin

K24 – Bexda
Berpirsekî payebilind ê Amerîkayê li Bexdayê ragihand ku 3 welatiyên Amerîkayê li Bexdayê hatine revandin, hevdem Wezareta Derve ya Amerîkayê jî tekez kir ku hewldanên wan berdewam in bo dîtina kesan.
Berpirsekî paye bilind ê Amerîkayê li Bexdayê ku nexwest nave xwe eşkere bike, diyar kir ku du roj e 3 karsazên Amerîkî li Bexdayê wenda bûne û heta niha çarenivîsa wan nediyar e û got: "Kompanyayekê roja yekşemê raporek pêşkêş kir û têde tê gotin ku 3 fermanberên wê wenda bûne, ew karsazên Amerîkî ne, niha em raporê lêkolîn dikin."
Hevdem Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby, da zanîn ku haya wan ji wê raporê heye ku çend welatiyên Amerîkî li Bexdayê wenda bûne û wiha axifî: "Ewlekarî û silametiya Amerîkiyan li derve jib o me gelekî girîng e. Loma bi hevahengiya ligel desthilatdarên Iraqê em ji bo dîtina wan kar dikin."
Li gor ajansên nûçeyan, komîserekî Iraqê ku xwestiye nasnameya wî neyê eşkere kirin, gotiye ku 3 Amerîkî û wergêrekî Iraqî li Bexdayê hatine revandin, herwiha hêzên Iraqî operasyonek dane destpêkirin bo dîtina wan û kesên ew revandina çekdarên milîşiya ne.