Herêma Kurdistanê çaverêyî bersiva Amerîkayê ye
K24- Washington
Serokê Şandeya Herêma Kurdistanê bi Amerîka diyar kir ku, ew derbarê çareseriyên aborî û leşkerî de “çaverêyî bersiva” wî welatî ne.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûad Hisên, ji Washingtonê ji K24 re ragihand ku, wan gelek hevdîtin ligel rayedarên Amerîka kirine û hemûyan piştgiriya Herêma Kurdistanê kirine.
Fûad Hisên diyar kir jî ku, wan bi hûrî sedemên derketina krîza aborî li Herêma Kurdistanê ji rayedarên Amerîka re kiriy û wiha pêde çû: “Amerîkiyan jî so dane ku ew dê wê pirsê bişopînin û di nêzîk de bersiv bidin.”
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez kir jî ku, dê bersiva Amerîka derbarê alîkarîkirina Herêma Kurdistanê de erênî be.