Iraq: Tirkiyê binpêkirineke bêşerim kiriye

Wezîrê Derve yê Iraqê ligel balyozên Amerîka, Fransa û Brîtanyayê civiya.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku, Tirkiyê bi şandina hêzên xwe bo Mûsilê “binpêkirinek bêşerim kiriye.”

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Iraqê, îro Ibrahîm Ceiferî lihel balyozên Amerîka û Fransa û cîgirê balyozê Brîtanyayê civiya ye.

Di daxuyaniyê de hatiye ku, Ibrahîm Ceiferî derbasbûna hêza Tirkî bo Msûilê bi “binpêkirina bêşerim ji serweriya welat re” binav kiriye.

Herwiha Ceiferî daxwaz kir ku, Amerîk, Brîtanya û Fransa roleke mezintir bibînin, ji bo derxistina wê hêza Tirkî ji axa Iraqê.

Di Kanûna borî de, hêzek ji Artêşa Tirkiyê li eniya Başîk ya ser bi Mûsilê ve bicih bû. Iraqê jî ev pêngav wek binpêkirina serweriya welat da zanîn û daxwaz vekişana wê hêzê kir.

Lê heta niha ew hêz li cihê xwe ye, Tirkiyê jî tekez dike ku ew hêz bi razîbûna Iraqê derbas bûye.