ENKSê êrîşa li ser ofîsa xwe û PDK-Sê şermezar kir

Ji aliyê xwe ve jî Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro ji K24ê re ragehand ku ew êrîşa duh, li ser ofîsên ENKS û PDK-Sê şermezar dike, diyar kir ku kiryarên wiha wan bihêztir dikin.

K24 - Qamişlo

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, êrîşên ku duh, li ser ofîsa ENKS û ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Derbarê mijarê de Sekretariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Di dema ku welatiyên me li hemû navçeyên Rojavayê Kurdistanê bi kampanya komkirina îmzeyan ve mijûl in bo piştgiriya pirsa Kurdî li Cenevreyê, ofîsên me ji aliyên kesên nenaskirî ve dikevin ber êrîşan."

ENKSê da zanîn ku kiryarên bi vî awayî tu caran miletê wan natirsîne û nikarin bandorê li proseya netewa Kurd û îradeya gel bo wergirtina mafê xwe bike.