"Kurdan dengê xwe negihandine civaka navdewletî"

Gedo da zanîn ku eger bikarin weke tevgera siyasî ya Kurd li Sûriyê mafên xwe bi civaka navnetewî bidin qebûlkirin dê gelekî baş be.
kurdistan24.net

K24 - Qamişlo

Sekreterê Partiya Çep a Demokrata Kurd li Sûriyê Salih Gedo ragihand ku Kurdan heta niha dengê xwe negihandine civaka navdewletî.

Derbarê mijarê de Sekreterê Partiya Çep a Demokrata Kurd li Sûriyê Salih Gedo ji K24ê re got: "Me dixwest ku Kurd bi yek denge û helwêst xwe bighînin civaka navnetewî, lê heta niha Kurdan bi daxwazên xwe û rengê xwe nikarîne xwe bighînin aliyên navdewletî."

Gedo da zanîn ku eger bikarin weke tevgera siyasî ya Kurd li Sûriyê mafên xwe bi civaka navnetewî bidin qebûlkirin dê gelekî baş be.

Berî niha Serkirdayetiya Partiyên Lêvegera Siyasî ya Kurd li Sûriyê daxwaza şandeke taybet bo Kurdan li Cenevreyê kirbû, herwiha hemû partiyên tevgegera siyasî ya Kurd li Sûriyê vexwendibûn civînekê, lê ji ber amadenebûna ENKS û TEV-DEMê civîn hat paşxistin.

Partiya Çep a Demokrata Kurd li Sûriyê yek ji Partiyên Lêvegera Siyasî ya Kurd li Sûriyê ye.