Rewşa Kurdên Êzdî li Rojavayê Kurdistanê

Dagîrkirina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve bandoreke mezin li ser rewşa Kurdên Êzdî kir, herwiha vekirina deriyê koçberiyê ji aliyê welatên Ewropayê ve yek ji wan sideman bû ku herêmên Kurdî ji Êzdyan vala bibin.
kurdistan24.net

K24- Tirbespiyê

Kurdên Êzdî yên Çêlika cejna sesala Kurdî pîroz dikin. Gundê Til Xatonkê, mezintirîn gundê Êzdîyan e li başûrê bajarokê Tirbespiyê ku dikeve ser sînorê Tirkiyê, lê niha vala bûye.

Derbarê mijarê de jineke Kurda Êzdî ji Til Xatonkê bi nave Siltan ji K24ê re got: "Em sed malbûn li gund, hemû koçberî Ewropa û Iraqê bûn, zarokên me jî hemû çûne,  lê em gundê xwe bicîh nahêlin."

Berî niha Kurdên Êzdî yên vî gundî bi kêf û xweşî cejna xwe pîroz dikirin, lê niha bi sedema koçberiya piraniya welatiyên wê, ti aheng nemane.

Keça Kurd ji gundê Til Xatonkê Farcîn, behsa cejnê dike û ji K24ê re wiha axifî: "Berê Kurdên Îzdî li gundê Til Xatonkê lihev kom dibûn, heft rojan dahol û zirne lêdixistin, cejna xwe bi kêfxweşî derbas dikirin, lê niha kes nemaye, hemû koçber bûne, tenê merasîmên cenjê tên kirin."