Li Hewlêr Hunermendek hat kuştin

Cîger Ezîz Hunermendekî deng xweşbû çend salbûn li ser stiran û mûzîkê kar dikir û bi strana "Gulebax" hatibû naskirin.
kurdistan24.net

K24-Hewlêr

Berdevkê Rêveberiya Polîsên Hewlêr, kuştina hunermendekê ji aliyê hevalekî wî ve ragehand.

Derbarê kuştina wî hunermendî Berdevkê Polîsên Hewlêr neqîb Hogir Ezîz ji K24ê wiha got: "Danê vê sibehê yek ji hunermendeke ciwan ji Herêma Kurdistanê bi navê Cîger Ezîz ji aliyê hevaleke xwe bi kêran hate kuştin."

Hogir Ezîz derbarê kuştina hunermendê navborî wiha da zanîn ku hunermend, kujerê wî û çend kesên din bi şev heya danê sibehê li mala yek ji wan hevalan rûniştibûn, ji nişkave şerdevek di nevbera her duyan de derket, hevalê Ciger ew da ber kêran, piştî wê ji ber birîna xwe ya giran li Nexwaxanê canê xwe ji dest da.

Neqîb Hogir amaje bi wê yekê jî kir, ku heta niha sê kes hatine girtîn û lêkolîn derbarî bûyerê de jî berdewam in.

Cîger Ezîz Hunermendekî deng xweşbû çend salbûn li ser stiran û mûzîkê kar dikir û bi strana "Gulebax" hatibû naskirin.

herwiha Hunermed li K24ê bibû mêvanê Rojbaş.