Mislim: Em ji bo Cenêv-3 nehatine vexwendin
K24- Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) eşkere kir ku, heta niha ew ji bo civîna Cenêv-3 nehatine vexwendin.
Hesverokê PYDê, Salih Mislim diyar kir jî ku, ti şandeyeke rejîma Sûriyê serdana Qamişloya Rojavayê Kurdistanê nekiriye û ligel Kurdan neciviya ye.
Salih Mislim ji ajansa Sputinkê re da zanîn jî ku, hê ew ji bo civîna Cenê-3 ya derbarê çareserkirina krîza Sûriyê de nehatine vexwendin.
Eşkere kir jî ku, dê navê nûnerên opozîsyona Sûriyê sibê diyar bibe û hê jî hevdîtina Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hevkarê wî yê amerîkî john Kerry didome, ev dê herdu wezîr û nûnerê taybet yê NY li Sûriyeyê Steffan De Mîstura wê biryarê bidin.
Mislim balkişande ser wê yekê jî ku, Tirkiye û Erebistana Siûdiyê naxwazin Kurd li Rojavayê Kurdistanê bigihin statuyekê, ji bo beşdarbûna wan di civîna Cenêv-3 de jî dibin asteng.
Mislim, di mijara rola Rûsyayê de jî got, Rûsya ji destpêka krîza Sûriyeyê di nava mijarê de ye û terorîstan baş dizane. Li gorî texmîna min nêrîna wan nêzîktirê rastiya Sûriyeyê ye û ji bo wê got bêyî kurdan û Hêza Sûriyeya Demokratîk ev hevdîtin û çareseriya siyasî nabe.