Li Qamişloyê çalakiyek bo piştgiriy Bakurê Kurdistanê birêve çû

Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bo piştgirya Bakurê Kurdistanê seknek li Qamişlo birêve birin.

K24 – Qamişlo 

Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bo piştgirya Bakurê Kurdistanê seknek li Qamişlo birêve birin.

Sekin bi mebesta piştgirya Kurdên Bakurê Kurdistanê hate birêvebirin, herwiha ji bo binçavkirina rewşenbîr û akademsîyenên Turk û Kurd ên doza vejandina pêvajoya aştiyê kirin.

Di vê derbarê de helbestvan Ehmed Huseynî ji K24ê re got: “Miletek heye mafê wî tê binpêkirin, azadiya wî tê çewisandin. Ji bo vê yekê jî pêwîst bû ku li bajarekî weke Qamişlo ev sekin were kirin. Em jî bi dengê rewşenbîran li dijî girtina wan disekinin. Bi aştiyê li dijî şer.” 

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmed jî derbarê çalakiyê de ji K24ê re anî ziman ku “Li tevahiya cîhanê gava rewşenbîr û nivîskar pêvajoya aştiyê dikin, gerek e werin xelatkirin, lê Tirkiyê rewşenbîr û akademisyenan tên binçavkirin.”

Ji 89 zanîngehan zêdetirî hezar rewşenbîran ji bo rawestandina şerê li Bakurê Kurdistanê danezaneke amade kiribûn. Piştre der barê gelek akademîsyenan de lêpirsîn hatibû destpêkirin.