Şewba balindeyan li Rojava belav dibe

Ev demek e diyardeya şewba balindeyan bi sedema kêmbûna derman û pîsbûna jîngehê li navçeyên Rojavayê Kurdistanî belav bûye, li gor pisporên pizîşkî jî ti bandora wê nexweşiyê li ser mirovan nîne.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Nexwşiya “Şewba Balindeyan” bi awayekî berferh li Rojavayê Kurdistanê belav bûye, li gor nûjdaran jî metirsiya wê nexweşiyê li ser jiyana mirovan tune ye.

Dr.Mihmed Emîn Elî nûjdarê Veternary li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Derbarê wê nexweşiyê de wiha ji K24ê got: "Ev nexweşî pir dîrokî û kevn e, ji heyamê bav û kalan de hebû, zirarên wê li ser ajelan heye, lê ti bandora wê li ser mirovan nîne.

Dr.Mihmed Emîn Elî da zanîn ku ev nexweşî, balindeyên avî pê nakevin tenê Mirîşk, Elok û kevok pê dikevin.  Dr.Mihmed Emîn Elî eşkere kir jî ku, ji ber rewşa Rojavayê Kurdistanê ya xirab dermanê wê, kêm bûye.

Ev demek e diyardeya şewba balindeyan bi sedema kêmbûna derman û pîsbûna jîngehê li navçeyên Rojavayê Kurdistanî belav bûye, li gor pisporên pizîşkî jî ti bandora wê nexweşiyê li ser mirovan nîne.