PYD: Ti şandek ji rêjîmê serdana Qamişlo nekiriye

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) red dike ku şandek ji rêjîma Sûriyê serdana Qamişlo kiribe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) red dike ku şandek ji rêjîma Sûriyê serdana Qamişlo kiribe.

Encûmena Giştî ya PYDê, îro di daxuyaniyekê de red kir ku şandeke hikûmeta Sûriyê hatibe Rojavayê Kurdistanê û ligel berpirsên PYD civiyabe.

PYDê di daxuyaniya xwe de, Qeter û Tirkiyê bi şerê Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê tohmetbar kir û got: “Ew her du welat niha bi awayekî rasterast şerê Rêveberiya Xweser dikin û mebesta wan ew e ku destkeftên Hêza Sûriyeya Demokratîk yên vê dawiyê bidest xistiye, reş bikin.”

Berî çend rojan, Tûra Sûrî ya Mafên Mirovan ya ku navenda wê li Qeterê ye, li ser malperên Tûra Civakî belavkiribû, ku şandeke Sûriyê bi serokatiya Wezîrê Navxwe Mihemed el-Şear serdana Qamişlo kiriye û bi berpirsên PYDê re civiye.