Herêma Kurdistanê rapora AMNESTY red dike

Rêxistina Lêborîna Navdewletî belav kiriye ku, Pêşmerge rê nadin ku Ereb vegerin warên xwe.

K24- Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê rapora Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY) red kir û ragihand ku, Pêşmerge hemû pêkhateyan bêyî cudahî diparêze.

Serokê komîteya helsangandin û bersivdayîna raporên navdewletî, Dîndar Zêbarî taybet ji K24 re got: “Ji be nêzîkbûna hin navçeyan ji hêla pêş a şerê li dijî DAIŞê, hevpeymaniya navdewletî daxwaz kiriye ku, welatiyên wan navçayên niha venegrin warê xwe.”

Di rapora AMNESTY de hatiye ku, Hêzên Pêşmerge rêgirî li vegera welatiyên Ereb bo warên xwe kirine.

Dîndarê Zêbarî tekez kir jî ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye lêkolîneke hûr derbarê zanyariyên wê raportê de bike, ji ber ku Kurdistan her dem cihê pêkvejiyana hemû ol û neteweyan e.

Derbarê hejmara derbiderên Ereb de li Herêma Kurdistanê, Zêbarî eşkere kir ku ji destpêka sala 2014an ve, 660 hezar Ereb li parêzgehên Kurdistanê bicih bûne.