Zêbarî: Raporên navdewletî ne dûrî siyasetê ne

Rêxistina Lêborîna Navdewletî di raporekê de bi nerênî behsa Pêşmergeyan kiriye.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê komîteya bersivdayîna raporên navdewletî, Dîndar Zêbarî ragihand ku, naveroka raporên navdewletî têkildarî siyasetê dibin.

Dîndar Zêbarî li ser ekrana K24 diyar kir ku, hin kesên beşdar di amadekirina raporên rêxistinên navdewletî de, ji welatên derûdorê ne û ligel Kurdan ne dilsoz in, lewma ne dûrî siyaseta herêmî û navdewletî ne beramber Kurdan.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (AMNESTY) di raporekê de aniyz ziman kir, Hêzên Pêşmerge rêgirî li vegera welatiyên Ereb bo warên xwe kirine.

Zêbarî di berdewamiya bersivdayîna vê raporê de eşkere kir ku, li ser daxwaza hevpeymaniya navdewletî çend gund hatine valakirin, ji ber ku ew gund ji aliyê DAIŞê ve hatibûn bombekirin û mayînkirin.

Li gundekî Zumarê jî, piştî ku ji destê DAIŞê hat derxistin, derket hemû şêniyên gund DAIŞê bûn û êrîşî Pêşmergeyan kirin.

Dîndar Zêbarî anî ziman jî ku, raporên navdewletî ne dûrî siyaseta li bermaberî Kurdan e, dema behsa wan gundan hatiye kirin, pêwîst bû behsa quraniyên Pêşmerge jî hatiba kirine.