Li Tetwana Bakurê Kurdistanê kêfa li ser berfê

Li Bedlîsa Bakurê Kurdistanê piştî barîna berfê Navenda Kaşê ya Nemrûdê tejî geştyar bû. Welatî jî bi vekirina navêndê kêfxweş in.
kurdistan24.net

K24 – Bedlîs

Li Bedlîsa Bakurê Kurdistanê piştî barîna berfê Navenda Kaşê ya Nemrûdê tejî geştyar bû. Welatî bi vekirina navêndê kêfxweş in û dixwaz in her kes bo bêhnvedanê berê xwe bidin vê navendê.

Navenda Kaşê ya Nemrûdê, li Tetwana Bedlîsê, li ser erdeke berfireh hatiye avakirin û dirêjahiya pîsta wê 2 hezar û 550 metre ye. Piştî barîna berfa dawî navenda kaşê bo geştyaran hate vekirin û ji navçe û bajarên derdorê gelek welatiyan berê xwe dane navendê.

Kaşbaz Sinan Kiranşal wiha dibêje: “Em niha li serê çiyayê nemrûdê ne û xwe kaş dikin. Niha mirov gelekî zahf in û ji berk u xwe kaş dikin gelekî kêfxweş in. Em dixwaz im her tim gelê me kêxweş bin û dilê wan geş be.”

Navenda Kaşê ji ber dirêjahiya pîsta xwe bala kaşbazan dikişîne. Herwiha zarok û mezin her yek ji wan bi rêbazên xwe yên cûda, xwe kaş dikin. 

Kaşbaz Kamuran Altiner bangî her kesî dike ku werin vê navendê da ku bibin şirîkê kêfa kaşê û ji van dîmênên cuda bêpar nemînin: “Cihekî gelekî xweş e. Tetwan ji xwe bajarekî xweş e.  Bi bihara xwe, bi payiza xwe xweş e.  Hûn niha jî zivistana wê dibînin. Hinek xwe bi tawukê berdidin, hinek xwe bi pêlavên xwe berdidin. Em dixwazin ji her deverê welatiyên me werin vê derê.”

Li bajarên Bakurê Kurdistanê gelek navendên kaşê hene. Qers, Erzerom, Agirî û Çewlig hinek ji wan bajaran e. Lê Navenda Kaşê ya Nemrûdê bi dîmenên Gola Kraker a Nemrûdê û Gola Wanê ji wan navendên din cûdatir e û bi vê yekê balê dikşîne.