Şanogerî li Rojavayê Kurdistanê lawaz dibe

Koma Jiyan a Şanoyê di hundirê sê rojan de, şanoyek bi navê "Xewn" ji xelkên bajarê Qamişloyê re pêşkêş kir, lê şanogerî li Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke aloz re derbas dibe.
kurdistan24.net

K24 - Qamişlo

Koma Jiyan a Şanoyê di hundirê sê rojan de, şanoyek bi navê "Xewn" ji xelkên bajarê Qamişloyê re pêşkêş kir, lê şanogerî li Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke aloz re derbas dibe. Krîza Sûriyê û koçberiyê bandoreke mezin li wan kesan kir ku bi şanoyê ve mijûl in.

Derbarê rewşa şanogeriyê de derhênerê şanoya Xewn Ebdulcebar Hebîb ji K24ê re got: "Em daxwazê ji  nivîskarên Kurd dikin ku senaryoyên şanoyê binivîsînin, têde êş û xemên miletê Kurd were behs kirin, ekterên me yên şanoyê nînin, lewma em daxwazê ji keç û ciwanan dikin tevlî tevgera şanoyê bibin, herwiha daxwaza me ji medyayê ew e ku piştgiriya me bikin û çalakiyên me li dezgehên ragihandinê bên belav kirin."

Herwiha derbarê astengên ku dikevin pêşiya welatiyên ku dixwazin beşdar bibin, ekterê bi navê Kifah Colê ji K24ê gre wiha axifî: "Milet bi şoreşa Sûriyê û tevgera siyasî ve mijûl e lewma guh nadin şanoyê."

 ji aliyeke din ve rewşa aborî û nebûna ewlehiyê bandor li beşdarbûna welatiyan di nav tevgera şanoyê de kiriye û rêjeya amadebûna wan jî di wan şanoyên ku têne pêşkêş kirin de kêm e.

Ekterekî din bi navê Ehmed Remo behsa bandora hebûna xelkê li ser şanoyê kir û got: "Her ku rêjeya hebûna cemawer zêde be şano bi ser dikeve ji ber ekter bi dîtina gelek kesan moralê wan bilind dibe."

Ji ber nebûna dezgeh û saziyên profesyonel di warê şanoyê de şanogerî li Rojavayê Kurdistanê bi awayekê akademîk nayê kirin, lê bi rêya hinek komên folklorî û kesên evîndar ê şanoyê, şanoyên cor be cor tên pêşkêş kirin.