Wezîrê Darayî: Saleke dijwar li pêş Iraqê ye
K24- Bexda
Wezîrê Darayî yê Iraqê, Hoşyra Zêbarî ragihand ku, ji ber krîza aborî, saleke dijwar li pêşiya welatiyan e.
Hoşyar Zêbarî di konferansekî rojnamevanî de li Bexdayê diyar kir ku, ew dê hemû belgeyên pêwîst bêxên ber destê welatiyan, ji bo bi hûrî agehdarî dahat û xerciyan bin.
Zêbarî anî ziman ku, şerê li dijî DAIŞê barekî giran xistiya ser Iaqê, bi taybetî di warê aborî de.
Wezîrê Darayî eşkere kir jî ku, di yasaya budceya gitşî ya Iraqê de, bo sala 2016an, buhayê bermîla petrolê bi 45 dolaran hatiye texmînkirin, ji sedî 90 ji dahata Iraqê jî bi rêya petrolê ye, lewma dê budce kêm derkeve.
Lê di dema niha de, buhayê bermîla petrolê li bazarên cîhanêm derûdora 28 dolaran e.
Ji ber daketina buhayê petrolê jî, dê îsal salek dijwar be li ser gelên Iraqê, wek ku Wezîrê Darayî dibêje.