Balyozxaneya Amerîkî: Tu leşkerên nû negihiştine Iraqê

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê red dike ku, hejmarek din ji leşkerên wan gihiştibin Iraqê.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê red dike ku, hejmarek din ji leşkerên wan gihiştibin Iraqê.

Balyozxaneya Amerîkî di daxuyaniyeke nivîskî de eşkere kir ku, raporên dibêjin hejmarek mezin ji leşkerên Amerîkî gihiştine Iraqê “ne rast in.” 

Balyozxaneyê diyar kir ku, di hefteyên bê de hêza 82 ya Amerîkî ya li Iraqê dê bi hêza 101 were guhartin.

Li gor daxuyaniyê jî, ev proseya guhatina hêzan, beşek ji guhartina hêza Amerîkî ya li Iraqê ye. Daxuyaniyê tekez kir jî, ku hejmara leşkerên Amerîkaya li Iraqê dê wek berê bimîne, ku dora 3 hezar û 500 leşkerî ye.

Dezgehên ragihandinê yên Iraqî, Erebî û hin berpirsên Iraqê ragehandibûn ku, dê hêzeke ji hezar û 800 leşkerên Amerîkî dê bi Iraqê gînin.