Jiyana welatiyên Urmiyê di metirsiyê de ye

Berpirsê jîngeha parêzgehê diyar kir ku, dê parêzgeh bikeve rêza bajarên herî “qirêj û pîs” de.

K24- Navenda Nûçeyan

Berpirsê giştî yê jîngeha parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku, dê Urmiyê di demek nêzîk de bikeve nava rêzbenda parêzgehên herî pîs û qirêj ên Îranê.

Li gor agahiyan, pêr, 19ê Çile, berpirsê giştî yê jîngeha parêzgeha Urmiyê, Perwîz Araste, di merasîma roja “Hewaya paqij” de ku li bajarê Urmiyê û bi beşadariya Saziyên Xwezayî hatibû lidarxistin ragihand ku, rêjeya qirêjahiya hewaya bajarê Urmiyê di asteke herî bilinde ye.

Perwîz Araste anî ziman ku, qirêjiya hewaya Urmiyê, dibe sedema ku ew jî bikeve nava rêzbenda bajarên herî qirêî û pîş de li Îranê.

Li gor malpera, Kurdpa yê, Perwîz Araste eşkere kiriye ku sedema sereke ya qirêjibûna hewaya vê parêzgehê, vedigere otomobîlên kevin û ne standard û herwiha ragihand ku her otomobîleke kevin dikare ji 60% hewayê bajarekî qirêji bike.