Kurdistan24 li Davosê ye

Bi armanca beşdarbûna Foruma Davosê, şanda Herêma Kurdistanê li Swîsreyê ye. Di forumê de rewşa Kurdistanê û alîkariya welatan bo çareserkirina kirîza darayî dê were gotûbêj kirin.
kurdistan24.net

K24 - Davos

Bi armanca beşdarbûna Foruma Davosê, şanda Herêma Kurdistanê li Swîsreyê ye. Di forumê de rewşa Kurdistanê û alîkariya welatan bo çareserkirina kirîza darayî dê were gotûbêj kirin.

Li gor peyamnê K24ê, şanda Herêma Hurdistanê bi serokatiya Wezîrê Plandanînê Elî Sindî li Davosê ye. Şanda Herêma Kurdistanê di çarçoveya panêlekê de wê behsa şerê DAIŞ, çawaniya pirçekkirina Pêşmergeyan ji aliyê welatên rojava û kirîza darayî ya Herêma Kurdistanê bike.

Peyamnêrê K24ê da zanîn ku tê çaverêkirin şanda Herêma Kurdistanê behsa rewşa aborî ya xirab di du salên dawî de ku Herêma Kurdistanê tê de derbas dibe bike. Panel jî dê ligel çend berpirsên welatên Ewropa û Amerîkayê be, herwiha dê behsa alîkariyên mirovî û leşkerî bo Pêşmerge, daxwaza alîkariya welatên Rojava bo çareserkirina kirîza darayî ya Herêma Kurdistanê were kirin.

Herwiha peyamnêrê K24ê amaje bi wê yekê kir ku yek ji babetên forumê pirsa jîngehê ye, ku wek pirseke girîng tê dîtin, ji ber ku berî salekê 195 welatan ragihandibûn ku parastina jîngehê dê yek ji mijarê herî girîng yên wan welatan be. Herwiha pêşketina teknolojiyayê û sûda wê ji mirovan re dê mjiareke din a forumê be.

Ji aliyeke din ve di forumê de wê behsa çûna rêjeyeke mezin a penaberan bo welatên Ewropayê, herwiha pirsa programa atonomî ya Korya Başûr û rola Rûsyayê di navçeyê de û rakirina sizayên aborî li ser Îranê bên kirin.

Di Foruma Davosê de bêhtir ji 40 welat û 3 hezar kesayetî, şarezayên aborî û nûnerên kompanyayên mezin beşdar dibin, cara yekê jî di sala 1971an birêve çûbû.