Li dibistaneke Diyarbekirê teqîn: 5 zarok birîndar bûn

Li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê di dibistaneke navendî de teqînek çêbû û di encamp de 5 zarok birîndar bûn.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê di dibistaneke navendî de teqînek çêbû û di encamp de 5 zarok birîndar bûn.

Vê sibê saet derdora 08:24an li navçeya Baglara Diyarbekirê di hewşa Dibisatana Navendî ya Çelebî Eserê de bombeyek teqiya û di encam de 5 zarok birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan bo nexsweşxaneyê hatin vegûhestin.

Hat ragihandin ku piraniya zarokan ji ber bandora dijwar a teqînê ji gûhên xwe birîndar bûne û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Îro ji bo xwendevanan roja derçûnê ya perwerdeya nîvê salê bû û dê encamnameya perwerdeyê werbigirtana. Demek piştî teqînê encamnameya xwendevanan hat belavkirin.

Rêveberê Perwerdeya Netewî ya Diyarbekirê Adnan Hurata serdana dibistanê kire û got; “Di rojeke wiha de em vê teqînê şermezar dikin. Daxwaza me ew e ku careke din li dibistana tiştekî wiha çênebê.”