Li Hewlêrê salvegera Komara Kurdistanê hat bibîranîn
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi helkefta heftêyemîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê, li Hewlêrê merasîmek taybet bi amadebûna hejmarek ji kesayetên siyasê birêve çû.
Di merasîmê de Sekreterê Giştî ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî gotarek pêşkeş kir û têde berhem û destkeftên Komara Kurdistanê di sirûda netewî ya Ey Reqîb û alaya Kurdistanê û hêzên Pêşmerge de bibîr anî.
Derbarê Hêzên Pêşmerge de Hicrî got ku, hêzên Pêşmerge netewa Kurd ji nemanê parastiye û bûye cihê şanaziyê, herwiha qehremaniya hêzên Pêşmerge li welatên cîhanê deng vedeye.
Ji aliyê xwe vê jî, Parêzgarê Hewlêrê, Newzad Hadî jî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û got: “Piştî Komara Kurdistanê û çûna mela Mistefa Barzanî yê nemir ji bo Yekîtiya Sovyêt, rikberiya rewşa heyî yê wê demê û çêkirina hêviyekê bû.”