Proseya aştiyê dê ligel kê berdewam bibe?

Bulent Arinç di televizyona K24ê de eşkere kiribû ku divê Ocalan di nav proseyê de cîh bigire, lê Serokkomarê Tirkiyê diyar kir ku cihê HDP û PKKê di nav proseya nû de nîne.

K24 - Enqere

Di rojeva Tirkiyê de mijara sereke nîqaşên li ser muxatabên proseya aştiyê ye. Pêşî Bulent Arinç di televizyona K24ê de eşkere kir ku divê Ocalan di nav proseyê de cîh bigire, lê piştre Serokkomarê Tirkiyê diyar kir ku cihê HDP û PKKê di nav proseya nû de nîne.

Proseya Aştiyê ber bi ku ve diçe? Li Tirkiyê di demen dawî de rojev li ser vê nîqaşê ye. Gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yên wek “Ne rêxistina terorî û ne jî partiya di bin kontrola wê de wekî muxatab nayên qebûl kirin, êdî ev yek xilas bûye”  niqaşên li ser mijarê germtir kir.

Gelo nîqaş ji ku destpê kiribû? Damezrênerê AK Partiyê Bûlent Arinç  ji Kurdistan24 re aşkere kiribû ku di proseya nû de Ocalan wê cih bigire, ev gotinên Arinç di demek kurt de deng veda û muxatabê Proseya Aştiyê bû rojeva Tirkiyê.

Berdevkê Hikûmetê yê Berê Bûlent Arinç wiha gotibû: “Niha bêguman, Ocalan wê hebe û divê hebe jî. Ez bawer dikim ku wê bandoreke erênî ya Ocalan hem li ser rêxistinê û hem jî li ser gelê Kurd hebe.”

Li  parlamentoya Tirkiyê jî mijara nîqaşan proseya aştî û muxatabê proseyê bû, daxuyaniyên du serkirdeyan ji aliyê partiyên siyasî ve cuda hatin nirxandin

Parlamentera HDPê Dilek Ocalan, derbarê mijarê de got: “Em dixwazin danûstandin bi awayekî azad û zelal berdewam bin, rayedarên hikûmetê daxuyaniyên wiha didin lê belê em bangî wan dikin ku bila hewl û pêngavên diyar jî bavêjin.”

Cîgirserokê Koma MHPê Oktay Vural jî rexne li AKPê girtin û wiha axifî: “Serokkomar cuda diaxive, AKP cuda diaxive em bibiryariyekê nabînin, divê li ser wê babetê bibiryariyek hebe, pêwîst e di nav partiya ku vê dewletê birêve dibe bibiryariyek hebe. Lê mixabin Serokkomar dibêje êdî xilas, ev kar nabe lê Ak Partî heman tiştî nabêje.”

Di çapemeniya Tirkiyê de jî daxuyaniyên Arinç cihekî berfireh girtin, li hemberî gotinên Arinç , gotinên Erdogan yên tund tên çi wateyê? Niha li Tirkiyê pirsa sereke ev e “gelo proseya aştiyê wê ligel kê berdewam bibe?” Wiha diyare ku niqaşên li ser vê mijarê di rojên pêş de wê berfirehtir bibin.