Şawês: Me 3 pirs li Davosê gotûbêj kirin

Şandeyek Iraqî û şandeyeke hikûmeta Herêma Kurdistanê li korbenda Davosê beşdar in.
kurdistan24.net

K24- Davos

Cîgirê Serokwezîrê Iraqê, Roj Nûrî Şawês diyar kir ku, di korbenda Davosê de wan 3 pirs gotûbêj kirin.

Roj Nûrî Şawês ku niha li korbenda Davosê beşdar e, taybet ji K24ê re axifî.

Şawês anî ziman ku, wan 3 pirs li Davosê gotûbêj kirine û wiha berdewam kir: “Pirsa terorê ku niha Pêşmerge rûbirûyî dibe, pirsa aborî û daketina buhayê petrolê û pirsa derbideran li Iraqê.”

Cîgirê Serokwezîrê Iraqê tekez kir jî ku, wan behsa pêwîstiya alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di warê mirovî de kiriye.

Kongreya Davos ê taybet bi pirsên aborî li cîhanê ye, her sal li wî bajarê Swîsreyê tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî jî bo Davosê hatibû vexwendin, lê ji ber rewşa niha ya li Kurdistanê nikarî beşar bibe.

Lewma şandeyek ji hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdar bûye.