Demirtaş: Davutoglu dijminahiya Kurdan dike

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş gotinên Serokwezîrê Tirkiyê ên wek “bila PYD tevlî gotûbêjkirinên aştiyê yên li Cenevrê nebe” bi giranî rexne kir.

K24 – Enqere

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş gotinên Serokwezîrê Tirkiyê ên wek “bila PYD tevlî gotûbêjkirinên aştiyê yên li Cenevrê nebe” bi giranî rexne kir. Demirtaş got: “Davutoglu dijminahiya Kurdan dike.”

Selahattin Demirtaş li parlamentoyê ligel şandên mafên mirovan ên navneteweyî civiya. Beriya hevdîtinê Demirtaş bersiv da pirsên rojnamegeran ên derbarê rojevê de.

Li ser hevdîtina Leyla Zana û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan Hevserokê HDPê got; "Em her tim wekî partî ligel gotûbêjkirina vekirî ne. Birêz Zana beriya 7-8 mehan daxwaza hevdîtinekê ligel Erdogan kiribû. Ev daxwaza wê ye, ne daxwazeke partiyê ye lê ji bo partiyê ne pirsgirêk e."

Demirtaş derbarê gotinên Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu yên derbarê PYDê de jî nerazîbûna xwe nîşan û wiha axifî; "Gelo Serokwezîr Davutoglu çima derbarê kesên tevlî civîna Cenevrê bibe diaxife. Gelo Kurd li wê civînê beşdar nebin wê kî beşdar bibe. Ma divê DAIŞa hov tevlî wê civînê bibe ? PYD nûnerê Kurdên li Sûriyê ye. Ev yek ji bo civakên din jî derbas dibe. Tenê ew xwedî maf in ku biaxifin. Ev helwêsta Davutoglu helwêsteke dijminane ye. Ev dijminahiya li hemberî Kurdan e.”

Li aliyê din, Demirtaş bombekirina dibistaneke li Diyarbekirê jî şermezar kir û ev yek wek bûyereke hovane binav kir.