Tirkiye li dergehê Mûrşît Pînarê astengan derdixe

Li gor berpirsên tomarkirina navên welatiyan li ser sînorê Mûrşît Pinarê ji destpêka rizgarkirina bajarê Kobanê heta niha nêzîka 1200 otomobîlên barhilgir yên kelûpelan û 150 hezar welatî derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê bûne.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanê

Deh roj in li Deriyê Sînor ê Mûrşit Pinarê ku dikeve navbera Bakurê Kurdistanê û bajarê Kobanê bo derbasbûna kelûpelan ji aliyê Tirkiyê ve asteng tên derxistin. Li gor berpirsên wî sînorî ev yek dibe sedema buhabûna kelûpelan li Kobanê.

Derbarê girtina deriyê Mûrşît Pinarê, Berpırsê Tevger û Veguestinê yê Deriyê Sînor ê Mûrşit Pînarê Mustefa Nûrî ji K24ê re got: "Hikûmeta Tirkiyê deriyê sînor asteng dike û rê li berderbasbûna kelûpelên xwarinê digire. Kesên nasnameyên wan ên Tirkiyê jî hebin rê nadin wan ku pêdiviyên jiyana xwe derbas bikin."

Derbasbûna sînorê Bakurê Kurdıstanê ji aliyê xelkên Kobanê ve bûye mîna xewnekê,vji ber ku berpirsên hikûmeta Tirkiyê mohleta serdanê tenê didin wan kesên ku 400 dolarî radestî simsaran dikin, kesên nexweş û xwedî rewşên taybet neçar dibin ku di rêyên qaçax re derbasî Bakurê kurdistanê dibin, piraniya caran jî rastî gefa cendirmeyên Tirkê tên.

Derbarê derbasbûna welatiyan di wî deriyê sînor re Berpirsê Tomarkirina Navan a Deriyê Sînor ser bi Rêveberiya Xweser Ismet Hîto ji K24ê re wiha axifî: "Ev du hefte ye Tirkiye astangan derdixe, nexweşê me hene ku nexweşiyên wan giranin, lê rê li ber wan girtîne, bi rojan li ber dergeh dimînin daku li Tirkiyê birînên xwe derman bikin."

Li gor berpirsên tomarkirina navên welatiyan li ser sînorê Mûrşît Pinarê ji destpêka rizgarkirina bajarê Kobanê heta niha nêzîka 1200 otomobîlên barhilgir yên kelûpelan û 150 hezar welatî derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê  bûne.