Diyarbekiriyan nerazîbûn nîşanî şanda AKPê dan
K24 - Diyarbekir
Şandeke ku ji parlemter û rayadarên AK Partiyê pêk dihat doh serdana navçeya Sûra Diyarbekirê kirin. Alikarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Selçuk Ozdag, li ber Keleha Diyarbekirê ragihand ku wan bi hejmarake barhilgir alikarî bo xelkê ji pevçûnan zerar dîtine anîne.
Ozdag dibeje, di şerê li Bakurê Kurdistanê de heta niha 50 Hezar kesan canê xwe ji dest dane û trîlyonek dolar zerar gihaye Tirkiyê. Hinek welatiyan nerazîbûn nîşanî şanda AK Partiyê dan û gotin ku ew alikariyê naxwazin ew dixwazin pevçûn rawestin û vegerin ser malên xwe.
Partiya Dad û Geşedanê AK Partiyê ji bajarên Konya, Kocaelî, Manîsa, Antalya û Bursayê bi hejmareke barhilgir alikariya mirovî ji bo xelkên li navçeyên Şemzînan, Cizîr, Silopî, Kerboran û Sûrê anîn. 20 parlementerên AK Partiyê hatin Diyarbekirê û alikarî radestî Qeymeqamiya navçeya Sûrê kirin. Alikarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Selçuk Ozdag li ber dengê teqîn û çekan ragihand ku, çareserî ne rêya çiyê û vedana xendekan e; rêya çareseriyê parlemento ye lê divê destpêkê çek bêdeng bibin.
Selçuk Ozdag wiha axifî: “Ji bilî dewletê nabe ku di destê ti kesî de çek hebe, eger hebe dewlet dê bi rêyên hiqûqî wê çekê ji destê wan derxîne. Em dixwazin bi hev re bijîn. Li Tirkiyê herkes birayê hevdûne. Heta 10 rojekan dê pevçûnên li Sûrê bidawî bibin.”
Welatiyekî jî nerazîbûna xwe pêşan da û got; "Kê xendek vedan e, ji bo çi vedan e, herin sebebê wê fêr bibin." Serokê Bajêr yê AK Partiyê Mihemmed Dara Akar bi welatiyê ku nerazîbûn nîşan da ve eleqedar bû û ew razî kir. Piştî daxûyaniyan barhilgir ber bi qeymeqamiyê ve çûn. Hejmareke xelk ji bo ku alîkariyê bistînin li pey barhilgiran çûn lê hejmareke xelkê jî derbarê hatina şanda AK Partiyê de nerazîbûn nîşan dan..
Welatiyekî derdê dilê xwe wiha anî ziman: “Bila tiştên li vir diqewime ji yên din re jî rast bêjin. Em hemû kuştinê naxwazin, em aştiyê dixwazin.” Yekî din jî ji alîkariya AKPê nerazî bû û got: “Min alikariya we navê. Bila bihêlin ku em herin malên xwe, me alikariya wan navê. Alikariya kê ye, min dikuje; alikariyê dide min?”
Welatiyekî din ji hatina wê şandê bo Diyarbekirê aciz bû û wiha axifî: “Bila neyên vir, neyên vir, teqîn çêbûye, esnaf nikare bisekine. Zarok, ciwan û dayîkên me têne kuştin.” Bi giştî welatî ji hatina şanda navbirî aciz bûn: “Vê alikariyê li vir belav dikin û teq-teqa çekan tê, yanî çi ye, dibêjin em di nava şer de alikariyê dikin, alikariya wan pêwist nake." Welatiyekî jî got ku bi belav kirina nan pirs çareser nabe û wiha axifî: “Yanî heta kengê ev zilm dê dewam bike, ji 50 rojan zêdetir e em li vir di bin zilma wan de ne. Yanî ev kar bi nan nabe.”
Ev 52 roj in ku li navçeya Sûrê pevçûn û qedexe li 6 taxan berdewam e. Ji ber pevçûnan 20 hezar kes ji Sûrê koç kirine. Li gorî daxûyaniyên fermî heta niha 13 çekdarên hêzên ewlekariya Tirkiyê û 112 çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) canê ji xwe ji dest dane, lê PKK vê red dike. Hê jî 4 cenazeyên xwenîşanderan li erdê ne û malbatên wan ji bo cenazeyên xwe bistînin di greva birçîbûnê de ne.