Zarokên Kurd ji mafên xwe yên perwerdê bêpar in

Li Tirkiyê zarokan bawernameyên xwe yên nîvê salê wergirtinin û ji bo wan behnvedaneke bo 2 hefteyan destpê kir. Lê belê li Bakurê Kurdistanê heman kêf û kelecan nîn e.
author_image Mustafa Bayar
kurdistan24.net

K24 - Enqere

Li Tirkiyê zarokan bawernameyên xwe yên nîvê salê wergirtinin û ji bo wan behnvedaneke bo 2 hefteyan destpê kir. Lê belê li Bakurê Kurdistanê heman kêf û kelecan nîn e. Li hinek bajarên Kurdan mamoste nebûn û xwendekaran jî bawernameyên xwe wernegirtin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gelek kêşeyên siyasî û civakî hene. Yek ji girîngtirîn ji van kêşeyan jî di warê perwerdê de xwe nîşan dide. Digel nebaşbûna şert û mercên aborî, di warê mafên bingehîn de jî, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zarok ne wekhev in.  Nêzîka ji sedî 25ê serjimêra Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji Kurdan pêk tê, lê belê zarokên Kurd hêj ji mafê perwerdeya zimanê dayîkê pêbar in.

Komeleya Mafên Mirovan bal kişand ser cûdadîtîna dewletê ya bo zarokên Kurdan û ragihand ku şermeke mezin e hê zarokên Kurd nikaribin bi zimanê xwe perwerdê bibînin:  

Rayedarê Komeleya Mafên Mirovan Îlyas Tarim, derbarê mijarê de got: “Ji serî ve zarokên Kurd heta 5, 6 salî bi zimanê xwe yê dayîkê, bi zimanê ku ji dayîka xwe fêr dibe, diçin dibistanê lê belê tiştekî ji mamosteyên xwe fam nakin. Yanî di serî de pergaleke çewt heye. Ji xeynî vê yekê di bin şert û mercên vî şerî de, zarok bêhtir maxdûr dibin.”

Herwiha li Tirkiyê somestira pêşî ya sala 2015 û 2016an bi dawî bû 18 mîlyon û 535 hezar û 235 zarokan bawernameyên xwe wergirtin lê belê li hinek bajarên Kurdan ji ber şer û pevçûnan zêdeyî 80 hezar zarokên Kurd bawernameyên xwe wernegirtin.

Sendîkaya Karmendên Zanist û Perwerdê (Eğitim-Sen) jî bi raporekê rewşa zarokên Kurd nirxand. Sekretera Giştî ya Egitim-Senê Hanim Koçyigit wiha axifî: "Li 104 dibistanên Cizîrê 41 hezar û 127 xwendekar, li 68 dibistanên li Silopiyê 39 hezar û 128 xwendekar, bi tevahî 80 hezar û 225 xwendekar û 2991 mamoste, di bin bandora şer û pevçûnan de mane. Dibistanên ku divê zarok lê perwerde bibin bûne mîna fermangehên leşkerî û ji dêvla zarokan Tîmên Taybet li dibistanan hatine bicihkirin."

Li gorî Peyama Mafên Zarokan mafê her zarokî yê jiyanê heye û her zarok dikare bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibe û çanda xwe fêr bibe. Her dewleta ku ev peyman mohr kiriye, mecbûr e ku li gorî vê peymanê tevbigere. Digel Tirkiye ev peyman mohr kiriye, mafên zarokan bi giranî binpê dike.