Cemîl Bayik: Tirkiye piştgiriya DAIŞê dike

Di şerê dîjî DAIŞê de heta niha herî zêde Kurdan derbeyên giran li DAIŞê dane, gelek navçe û herêm ku berî niha rêxistina navborî dagîr kiribûn, rizgar kirin, wek bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê û Şingal li Başurê Kurdistanê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik ragihand ku yên dixwazin DAIŞ têk biçe divê alîkariya Kurdan bikin, lê Tirkiye nahêle DAIŞ jinav biçe.

Derbarê piştgiriya Tirkiyê ji DAIŞê re Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik ji kenala VICE Newsê re tekez kir ku, Tirkiye piştgirî û alîkariya DAIŞê dike, lewma ew bihêz e û nayê têkşikandin.

Bayik, da zanîn ku kesên dixwazin DAIŞ ji nav biçe, divê alîkariya gerîla û Rojavayê Kurdistanê bikin, herwiha nêzîkî pirsa Kurd bibin, ji ber Kurdan derbeyên mezin li DAIŞê dane.