Carter: Em dê ji Mûsil û Reqayê dest pê bikin

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Ashton Carter, tekez kir ku her divê DAIŞ were bezandin.
kurdistan24.net

K24 – Swisre

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Ashton Carter, tekez kir ku her divê DAIŞ were bezandin.

Ashton Carter, li Foruma Aborî ya Davosê axaftinek kir û got: "Divê her DAIŞ were bezandin û ji bo bezandina DAIŞê jî pêwîst e em ji Sûriye û Iraqê dest pê bikin."

Carter, da zanîn ku eger nexşeya operasyona leşkerî (bejayî) ya dijî DAIŞê hate pêş, divê destpêkê Mûsil û Reqayê bikin armanc. Carter, behsa pêkanîna hêzekê ji daniştvanên Mûsil û Reqayî jî kir piştî rizgarkirina wan her du bajaran ji destê DAIŞê.