Ebadî: Ti belgeyên şerê Tirkiyê li dijî DAIŞê nînin

Serokwezîrê Iraqê di heman demê de diyar kir ew dixwazin peywendiyên wan bi Tirkiyê re hebin, lê operasyonên wî welatî li ser baregahên PKKê li Herêma Kurdistanê û hatina Tirkiyê bo nav xaka Iraqê rê li ber bihêzbûna wan peywendiyan girtine.
kurdistan24.net

K24-Bexda

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku heta niha ti belge li ber destê wan nînin ku Tirkiyê li dijî DAIŞê şer dike.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniyekê de ligel Kenala CNN a Amerîkayê, bi awayekî dijwar Tirkiye rexne kir û got: " Belge li cem me hene ku tekez dikin, di dema borî de peywendiyên berpirsên Tirkiyê bi DAIŞê re hebûn. Ew rêxistin tenê bi rêya Tirkiyê petrola qaçax difroşe û divê ev yek were rawestandin."

Ebadî amaje bi wê yekê kir ku Tirkiye dixwaze careke din vegere serdema împeratoriya Osmanî lê Bexda vê yekê qebûl nake û herwiha da zanîn ku welatê wî ne ligel wê yekê ye, Tirkiye beşdarî proseya rizgarkirina Mûsilê bibe.