Demîrtaş bo Tirkiyê: Ev dewleta faşîst ne dewleta me ye

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş di komcivîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de rexne li xebatên HDKê girtin û got divê hevalên me bi hişmendî xebatên xwe bimeşînin.

K24 - Enqere

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş di komcivîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de rexne li xebatên HDKê girtin û got divê hevalên me bi hişmendî xebatên xwe bimeşînin.

Demirtaş li hemberî kiryarên dewletê yên li bajarên Kurdan jî nerazîbûn nîşan da û got; “Pêwîste em ji vê dewletê xelas bibin.” Selahattin Demirtaş giringiya HDKê ya bo demokrasiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê anî ziman û bi awayekî rexnegirî diyar kir ku xebatên heta niha ji aliyê HDKê ve hatine kirin ne bes in û bo vê yekê jî daxwaza zêdekirina kar û xebatan kir.

Demirtaş li ser cûdabûna HDKê ya ji partiyên siyasî rawestiya û got; “Partiyên siyasî bo xebat û rêxistinbûnê gelekî teng e. Cihê rasteqîn yê kar û xebatê HDK ye. Heger hûn bi çavê partiyeke siyasî li HDKê binêrin û hûnê bisernekevin. Ji xwe gelek partiyên me yên siyasî hene û hûn jî bixwazin xebatên xwe tevlî xebatên wan bikin, tevlihevî wê derkeve. Ji ber ku hevalên me ev yek fahm nekirine, lawaz mane û bisernektine. Ez hêvî dikim ku di encama konferansên me de yên ku di hefteyên çûyî de me lidarxistin, ev hişmendî bo hevalên me çêbû ye.”

Hevserokê HDPê Demirtaş bûyerên li Cizîra Bakurê Kurdistanê wekî zordestiya dewletê a li ser Kurdan nirxand û wiha axifî; "Dewlet her tiştî wekî malê xwe dibîne. Dewlet dibêje heger ez bixwazim ez ê bidim te. Lê belê tiştek ne malê dewletê ye, gel li hemberî dewleteke wiha zordest ji mafê xwe yên rewa bêpar dimîne. Çima dewlet wiha fermanê dide. Ji ber ku em li gorî wan xayînên vê dewletê ne. Kîjan dewlete ev devlet. Dewleta ku bi çavê koleyan li mirovan dinerin. Kîjan dewlet e ev dewlet; Dewleta ku kesayetan, gel û civakê wekî kêzikan dibîne. Kîjan dewlet e ev dewlet. Dewleta ku qetilkirina Kurdan, heqareta li dijî Elewiyan pêwîst dibîne. Qaşo em xayînên vê dewletê ne. Li hemberê vê dewletê xayîntî bo me rûmeteke mezin e. Kesên ku li hemberî dewleteke wiha serê xwe ditewînin bila fedî bikin. Ev dewleta faşîşt ne dewleta me ye."