Zêbarî: Raporên navdewletî ji siyasetê ne bêpar in

Serokê Komîteya Bersivdana Raporên Navdewletî ya Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî, tekez kir ku naveroka rapora Rêxistina Efûyê ya Navdewletî siyasî ye.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Serokê Komîteya Bersivdana Raporên Navdewletî ya Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî, tekez kir ku naveroka rapora Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty International) siyasî ye.

Dîndar Zêbarî, di Bernameya Basî Roj a Kurdistan24ê de li ser rapora Amnesty rawestiya û got: "Ji ber hejmarek ji wan kesên di nav wan rêxistinan de xelkê welatên herêmê ne û ne dilsozê gelê Kurd in, loma ne dûrî siyaseta navçeyê û ya navdewletî ne li beramberî Kurdan."

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty International) di rapora xwe ya dawî de, Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi wêrankirina gundên Ereban ên sînorê parêzgeha Nînewa tohmetbar kiribû.