Li şuna Tuncel, Gulîstan Koçyîgît bû hevberdevka HDKê

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) rojekê berî Kongreya HDPê jib o Desteya Giştî civiya. Li cihê Hevberdevka HDKê Sebahat Tuncel, Gulîstan Koçyîgît hat hilbijartin.
author_image Nevîn Dîrî
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) rojekê berî Kongreya HDPê jib o Desteya Giştî civiya. Li cihê Hevberdevka HDKê Sebahat Tuncel, Gulîstan Koçyîgît hat hilbijartin.

Bi dirûşma “Hemû cihên ku jiyan û têkoşîn heye HDK”  Civîna 6. Desteya HDKê ya Giştî li Enqerê birêve çû. Di civînê de ji nû ve rêxistî bûn, xweserî û çareserkirina Pirsa Kurd derkete pêş. Hevserok û parlamenterên HDPê, gelek çavdêr û şîrovekar di çalakiya HDKê de amade bûn. Axaftina destpêkê Hevberdevkê HDKê Ertugrul Kûrkcû kir.

Kûrkcû, di axaftina xwe de behsa dîroka HDKê û di siyaseta Tikriyê de rola HDKê kir: “HDK, parçeyê meşeke mezin e. Gelek sazî hatin ba hev û bi nasnameyên xwe ev meş çêkirin. Roja ku HDK hate avakirin jî li Tirkiyê şerekî dijwar hebû niha jî şerekî mezin heye.”

“Kêmasiya rêxistinbûnê” ku beriya niha rayedarên HDPê jî wek kêmbûna dengên xwe destnîşan kiribûn, babet di kongreyê de di rojeva Hevberdevka HDKê de jî bû.

Sebahat Tuncel amaje bi vê yekê kir ku ew ê ji niha pê de giraniyê bidin rêxistinan û her wiha şêweyeke nû bidin siyasetê. Tuncel, sedema berdana hevberdevkiyê jî wiha anî ziman: “Jixwe pîvana me ya 2 heyaman heye, divê me devjê berda, lê min ji Ertugrul Kûrkcû tika kir ku heta demeke din jî li ser kar bimîne. Ez ê jî biçim Kurdistanê, ez dixwazim demekê di nav KJAyê de bixebitim. Em şoreşgeriyê bernadin tenê dest ji kursî berdidin.”

Di encama 6. Desteya Giştî ya HDKê de Meclîsa Giştî, ku ji 121 kesan pêk tê hat nûkirin û her wiha şûna Sebahat Tuncelê jî Gulîstan Kiliç Koçyîgît wek Hevberdevkê HDKê hat hilbijartin.