Kongreya HDPê îro birêve diçe

Kongreya 2emîn a Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Enqereya paytexta Tirkiyê birêve diçe.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Kongreya 2emîn a Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Enqereya paytexta Tirkiyê birêve diçe.

Kongre li Enqereya paytexta Tirkiyê Salona Werzîşê ya Ahmet Taner Kişlali birêve diçe. Tê pêşbînikirin ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag dîsa bibin hevserokên partiyê.

Tê gotin ku Demîrtaş û Yûksekdag dê di gotarên xwe de zêdetir peyamên jiyana bihevre û aşitiyê bidin. Digel herdû hevserokan dê meclîsa partiyê ku ji 100 kesan pêk tê jî bê hilbijartin.

Ji dervayî Tirkiyê 22 sazî û rêxistinên siyasî beşdarî kongreyê dibin. Herwiha ji Herêma Kurdistanê jî nûnerên partiyên siyasî di kongreyê de amade dibin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 27ê Çiriya Pêşîn a 2013an de hat damezrandin. Piştî Ertugrul Kûrkçû û Sebahat Tuncel, salek zêdetir e Demîrtaş û Yuksekdag serokatiya partiyê dikin. HDP di hilbijartinên herî dawî de ji sedî 10.75ê dengan bidest xist û li Parlamentoya Tirkiyê 59 kursiyên wê hene.

SELAHATTIN DEMIRTAŞ

Di sala 1973an de li bajarê Elezîzê navçeya Paloyê jidayik bû.

Ji Zanîngeha Enqereyê Beşa Hikûqê derçû.

Yek ji wan damezirînerê Komaleya Mafê Mirovan û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê ye.

Ji sala 2007an ve parlamenter e.

Di sala 2010an de bû Hevserokê Partiya Aşitî û Demokrasiyê BDPyê.

Di sala 2014an de Hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê kir.

Di hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê de nazmet bû  û ji sedî nêzikê 10 deng sitand.

Di hilbijartinên 1ê Çiriya Paşînê de ji Stenbolê bû parlementer.

Demîrtaş zewiciye û bavê 2 zarokan e.

FÎGEN YUKSEKDAG

Di sala 1971an de li bajarê Edeneyê navçeya Ceyhanê jidayik bû.

Di ciwaniya xwe de nav rêxistinên çep de cih girt.

Dema 18 salî bû hate girtin.

Dema xebatkara rojnameya Atilimê bû ligel hevkarê xwe Sedat Şenogluyî zewicî.

Derbarê mafê jinan de gelek salan xebat û lêkolîn kir.

Edîtoriya Kovara Jina Sosyalîst kir.

Serokatiya  Partiya Sosyalîst a Bindestan ESPyê kir.

Di sala 2014an de bû Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê.

Di hilbijartinên 1ê Çiriya Paşînê de bû parlementera Wanê.