Li Qamişloyê pêşangeha ji "Sine heta Kobanê"

Wêne yên rojnamevanên Kurd in, komîteya amadekar a pêşangehê di hundirê 10 rojan de kom kirine, herwiha gelek wêneyên navdar ên şoreşên Kurdî di nav wan wêneyan de hebûn.
kurdistan24.net

K24 - Qamişlo

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê pêşangehek bi navê ji "Sine heta Kobanê" ji aliyê Yekîtiya Ragihandina Azad ve hat vekerin. Di pêşangehê de 77 wêne ji her çar perçeyên Kurdistanê hatin pêşkêşkirin û pêşangeh dê du rojan berdewam bike.

Derbarê wêneyên pêşangehê de Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Şehnaz Ehmed ji K24ê re got: "Me xwest ku Kurdistan bi her çar parçayên xwe di pêşangehê de cîh bigire, ji ber ku dijmin em parçe kirine, lewma em jî naxwazin ku wêneyan parçe bikin."

Armanca pêşangehê ew e ku wêneyên pêşangehê bibin belgeyek û danasînek bo şoreşên her çar parçeyên Kurdistanê.

Derbarê vê mijarê de rojnamevan Komas Şahbazî ji Rojhilatê Kurdistanê ji K24ê re wiha axifî: "Her wêneyek çîrokeke xwe heye, ew çîrok jî beşek ji şoreşekê ye, ez dikarim bêjim ku ne asane 77 wêne ji her çar perçeyên Kurdistanê werin hilbijartin û komkirin daku bibin belgeyek bo pêşerojê, ji ber ti dîroka Kurdan a nivîsandî nîne. Ev yek jî erkê rojnamevanên Kurd e."

Wêne yên rojnamevanên Kurd in, komîteya amadekar a pêşangehê di hundirê 10 rojan de kom kirine, herwiha gelek wêneyên navdar ên şoreşên Kurdî di nav wan wêneyan de hebûn.