Pênciwênî: Rêkeftina Debaşan her axaftin bû

Pirsa rêkeftineke nû di navbera PDK û YNK de û nûkirina rêkeftina YNK û Tevgera Goran di rojeva Başûrê Kurdistanê de ne û heta niha ne diyar e ka YNK dê kîjanê hilbijêre?
kurdistan24.net

K24 – Silêmanî

Pirsa rêkeftineke nû di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de û nûkirina rêkeftina YNK û Tevgera Goran di rojeva Başûrê Kurdistanê de ne û heta niha ne diyar e ka YNK dê kîjanê hilbijêre?

Derbarê rêkeftina navbera YNKê û Tevgera Goran de, siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî ji K24ê re got: "Rêkeftina navbera YNK û Tevgera Goran a li Debaşan di rastiyê de her axaftin bû û ne rêkeftineke fermî bû."

Pênciwênî wiha axifî: "Ew ne rêkeftineke fermî bû di navbera YNK û Tevgera Goran de ku ji aliyên siyasî re bibêjin me rêkeftinek îmze kiriye û meselê şrove bikin, tiştek bû di navbera Mam Celal û kek Noşîrwan Mistefa de û heta niha her aliyek bi awayekî behsa wê dikin."

Derheqa rêkeftin û nêzîkbûna PDK û YNKê de, Berpirsî Liqa 4 a PDKê Seîd Pişderî got: "Me dema borî dît, her dema ku em û YNK nêzîkî hev bûbin derencama wê xizmeta zêdetir, avakirin, pêşketin û aramî bûye, her wexta em ji hev dûr jî ketibin berevajî bûye."

Ligel krîza aborî, şerê DAIŞê û pirsgirêkên navçeyê, welatiyên Başûrê Kurdistanê dixwazin her dem rêkeftin di navbera aliyên siyasî de hebin, ji ber tişta ku di dema borî de zerar gehandiye Kurdan her şer û pirsgirêkên navxweyî bûn.