"Divê Amnesty daxwaza lêborînê ji Pêşmergeyan bike"

Encûmena Parêzgeha Mûsilê, tohmetên Rêxistina Efûyê ya Navdewletî red kirin û daxwaz kirk u ew rêxistin bi awayekî fermî daxwaza lêborînê ji Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bike.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Encûmena Parêzgeha Mûsilê, tohmetên Rêxistina Efûyê ya Navdewletî red kirin û daxwaz kirk u ew rêxistin bi awayekî fermî daxwaza lêborînê ji Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bike.

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty International) di rapora xwe ya dawî de, Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi wêrankirina gundên Ereban ên sînorê parêzgeha Nînewa tohmetbar kiribû.

Encûmena Parêzgeha Mûsilê bi daxwiyaniyekê bersiva Amnesty da. Di daxwiyaniyê de ku kopiyek ji K24ê re hatiye şandin wiha tê gotin: "Piştî şopandina vê mijarê û serdana me ya meydanî bo wan cihên ku hatine rizgarkirin, tiştek ber çavê me neket ku di rapora Amnesty de hatiye belavkirin û Pêşmergeyan pê tohmetbar dike."

Daxwiyanî wiha berdewam dike: "Tişta dixwiye cihê şer û pevçûna ye ku Hêzên Pêşmerge bi hevahengiya ligel Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê kirine. Herwiha heta niha DAIŞ li wan navçeyên ku lê mane xelkê wek mertalên mirovî bikar tine û navçe kiriye cihê leşkerî ji bo xwe."

Li gor daxwiyaniyê, ji ber kiryarên DAIŞê û neçarkirina xelkê, bi dehan ciwanên eşîretên Ereb ên Sunne li navçeyê, tevlî wê rêxistinê bûne û hatine neçarkirin ku di nav çekdarên wê rêxistinê de şer bikin. Encûmena Parêzgeha Mûsilê tekez kirk u dive Amnesty li beramber wan tohmetan bi awayekî fermî daxwaza lêborînê ji Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bike.