Peywendiyên bazirganî yên Kurdistan û Îranê bihêztir dibin
K24 – Hewlêr
Piştî rakirina ambargoyên li ser Komara Îslamî ya Îranê, daxwaz tê kirin ku peywendiyên bazirganî yên navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bên berfireh kirin.
Berpirsên parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê dibêjin ku divê bilindkirina asta şandin û anîna kelûpelan destpêkê ligel Herêma Kurdistanê be.
Berpirsê Odeya Bazirganî ya Parêzgeha Sine Zahîd Salihî, da zanîn ku piştî rakirina ambargoya li ser Îranê, tu berbestek li pêşiya şandin û anîna kelûpelan di deriyên sînor ên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de namîne.