Bîlgen, naveroka civîna ligel Biden eşkere dike

Cîgirê Serokê Emerikayê Joe Biden li Stenbolê ligel parlamenterên AKP, CHP û HDPê civiya. Naveroka civînê, Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen ji Kurdistan24 re eşkere kir.
kurdistan24.net

K24 - Enqere

Cîgirê Serokê Emerikayê Joe Biden li Stenbolê ligel parlamenterên AKP, CHP û HDPê civiya. Naveroka civîna ku ji AKPê 2kes, ji CHPê 2 kes ji HDPê 3 kes beşdar bûn, Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen ji Kurdistan24 re aşkere kir.

Bîlgen got ku; “Çapemeniya nêzîkî hikûmetê civîna 2 saetan bi hevokekê wekî meseleya terorê pêşkêş dike.” Bîlgen wiha axifî: “Joe Biden di destpêka civînê de li ser rewşa dawî nirxandinek kir. Piştre hemû kesan bi dorê nêrînên xwe, fikrên xwe û metirsiyên xwe parve kirin. Joe Biden dîsa di dawiyê de nirxandineke berfireh kir.

Pirsa Kurd, Proseya Destûra Bingehîn, rewşa Suriyê hat axaftin. Helwesteke wekî “Em tenê dikarin di çarçoveya berjewendiyên Tirkiyê û Emerîkayê de pêşniyazên xwe bêjin, xwediyê biryarê hûn in” hebû. Di civînê de zêdetir rêkên çareserkirina wan pirsgirêkan bibandor bûn. Bîden, amaje bi vê yekê kir ku têkoşîna li dijî DAİŞê ji bo aramiya herêmê jî, ji bo Emerîkayê jî ji bo çareserkirina pirsa Kurd jî gelek giring e û destnîşan kir ku pirsa Kurd divê bi rêyên yasayî û bi destê siyasetmedaran bê çareserkirin. Ji dewleta xwe mînak da û çawaniya çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan û Komarparêzan de rave kir.

Erê behsa şer û pevçûnan kir lê belê, ne rast e ku mirov bibêje tenê behsa terorê kiriye û tenê rexne li partiyê girtine. Niha rojnameyên nêzî hikûmetê wiha pêşkêş dikin. PYD û PKK ji hev cuda kirin û got “Em ê li dijî DAİŞê bi PYDê re tevbigerin” ev hevok bikaranî. Da zanîn ku derbarê dîroka Kurdan de jî xwendinan dike.

AKPyîyan PKK wek “tevgerek li ser xeta Îran û Rusyayê sekiniye” taswîr kir û li hemberî vê hêzê jî pêdiviya tîfaqeke di navbera Tirkiyê, Emerikayê û Barzanî de analîz kirin. Lewma civinêke razîkirinê nebû, li gorî min ji bo çareserkirina pirsgirêkan û xilaskirina pevçûnan pêngaveke danûstandinan bû."