"Tirkiye nahêle alavên rakirina mayînan bigihin Kobanê"

Sê saziyên taybet bo rakirina mayînan li Kobanê hene, lê ew tenê ji bo perwerde û hişyarkirina welatiyan li ser rakirina mayînan kar dikin
kurdistan24.net

K24 - Kobanê

Bi dehan welatiyên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bi ber wan mayînên ku DAIŞê vedabûn canê xwe ji dest dane. Mamê Ehmed wek çavdêrekî kar dike, daku zarokan ji cihê metirsîdar dûr bixe û welatiyan hişyar bike.

Derbarê wan mayînan de, mamê Ehmed ji K24ê re got: "Ez nahêlim, ti kes di vir re derbas bibe û ez wan hişyar dikim, daku xwe ji kevirên sor dûr bixin, ji ber ku kevirên sor mayîn di bin wan de hene."

Serokê Desteya Navxweyî ya Kantona Kobanê Bozan Xelîl da zanîn ku di proseya jinavbirina mayînan de li bajarê Kobanê û derdora wê heta niha hejmarek endamên asayîşê canê xwe ji dest dane. Xelîl diyar kir ku nebûna alavên pêwîst û karmendên şareza rêgiriyê li pêşiya jinavbirina mayînan digrin.

Serokê Desteya Navxweyî ya Kantona Kobanê Bozan Xelîl ji K24ê re wiha axifî: "Em bang li hemû welatên cîhanê û rêxistinên navdewletî dikin, daku zextê li Tirkiyê bikin û rê li pêşiya tîmên pispor bo rakirina mayînan bo bajarê Kobanê vekin."

Sê saziyên taybet bo rakirina mayînan li Kobanê hene, lê ew tenê ji bo perwerde û hişyarkirina welatiyan li ser rakirina mayînan kar dikin. Saziyên navborî tekez dikin ku ew rûbirûyê gelek pirsgirêkan dibin û hikûmeta Tirkiyê jî rê li pêşiya tîmên tabet bo rakirina mayînan digire.