Aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ligel dewleta Kurdî ne

Piştî hevpeyvîna Barzanî ligel rojnameya Guardian a Brîtanî, aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî hevra ne ku guhertinên mezin li Sûriye û Iraqê çêdibin û dewleta Kurdistanê jî nêzîk bûye.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Piştî hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel rojnameya Guardian a Brîtanî, aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî hevra ne ku guhertinên mezin li Sûriye û Iraqê çêdibin û dewleta Kurdistanê jî nêzîk bûye.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rojnameya Guardian a Brîtanî re gotibû ku serxwebûna Kurdistanê ji hemû demekê nêzîktir e. Herwiha diyar kiribû ku dema Rêkeftina Sykes-Picot bi dawî bûye û pêdiviya Rojhilata Navîn bi rêkeftineke nû heye.

Tevgera Goran, ragihand ku; Yekîtiya navxweyî garantiya serxwebûnê ye, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî bawer nake ku Iraq wek caran dewleteke yekgirtî bimîne. Li gor Partiya Komunîst a Kurdistanê jî, Iraq û Sûriye wek dewlet nemane.