Erebên Kerkûkê, tohmetên Amnesty International red dikin

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî, Hêzên Pêşmerge bi wê yekê tohmetbar kiribûn ku gundên Ereban wêran kirine, Erebên Kerkûkê wan tohmetan red dikin û dibêjin qet Pêşmergeyan rêgirî li wan nekiriye.
kurdistan24.net

K24 – Kerkûk

Çend gundên erebnişîn ên sînorê qezaya Daqûq ku dikeve başûrê Kerkûkê ji bin kontrola DAIŞê hatin derxistin, lê ji ber bombeyên vedayî û nebûna xizmetguzariyan welatî nikarin vegerin ser mal û milkên xwe.

Gundê ElbûMihemed ê başûrê Kerkûkê, ew gund e ku DAIŞê bê şer ji Pêşmergeyan re vala kir, lê çekdarên DAIŞê li navçeyê gelek bombe û mayîn vedane û heta niha Hêzên Pêşmerge nikarîne biçin nav gund.

Welatiyekî daniştvanê navçeyê, wiha dibêje: "Pêşmerge qet nehatine nav gund heta ku em bibêjin xanî rûxandine. Lê li derdora gund, ku niha em li vir rawestiyane gelekî metirsîdar e û em nizanin li derdora me çi heye û kengî mayînek diteqe."

Qedûrî Mihemed, welatiyekî Ereb e û mala wî nêzîka 500 metre dûrî çeperên Hêzên Pêşmerge ye. Qedûrî ji K24ê re behsa rewşê kir û got: "Sê beşên gund ji aliyê firokeyan ve hatiye wêrankirin, ji ber di dema bombardimankirinê de çekdarên DAIŞê diçûn nav tûnêlan û firokeyan jî ew bombebaran dikirin."

Welatiyê Ereb wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Çekdarên DAIŞê ji navçeyê reviyan û Pêşmergeyan evder kontrol kir. Pêşmergeyan ji me re gotin ku fermo evna xaniyên we ne û biçin nav."

Yek ji fermandeyê Hêzên Pêşmerge bi nave Burhan Cemal jî ji Kurdistan24ê re got: "Ew gund hemû nehatine ruxandin, lê tişta ruxiyaye jî bi bombardimana firokeyên şer bûye, yan jî çekdarên DAIŞê ew ruxandine."

Li gor zanyariyên fermandeyên Pêşmerge ku dane Kurdistan24ê, heta niha Pêşmergeyên Kurdistanê zêdeyî 2 hezar bombe û mayîn ji wan navçeyan rakirine ku çekdarên DAIŞê vedabûn. Fermandeyên Pêşmerge herwiha daxwaz ji rêxistinên navdewletî kirin ku di rakirina mayînan de alîkariya wan bikin.

Herçiqas hefteya borî Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty International) di raoprekê de Hêzên Pêşmerge bi wê yekê tohmetbar kiribûn ku hejmarek gundên başûrê Kerkûkê wêran kirine, lê daniştvanên Ereb ên navçeyê van tohmetan red dikin û dibêjin qet Pêşmergeyan tu rêgirî li wan nekirine.