Demirtaş: Divê bi siyasetê çek bêdeng bibin
K24- Enqere
Hevserokê Giştî yê HDPê, Selahedîn Demirtaş di gotarekê de ragihand ku, ji bo bêdengkirina çekan, pêwîste siyaset derkeve holê.
2yemîn Kongreya Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Enqereya paytexta Tirkiyê birêve diçe. Selahedîn Demirtaş jî gotara xwe pêşkeş kir.
Demirtaş di gotara xwe de nîgeraniya xwe ji rewşa şer û aloziyê ya li Bakurê Kurdistanê anî ziman û wiha pêde çû: “Çek û pevçûn rewşek neasayî ye, pêwîste em di çarçoveya siyastê de gotûbêjan bikin û pirsên girîng çareser bikin.”
Hevserokê Giştî yê HDPê amaje bi armancên kongreya partiya xwe kir û da zanîn ku, ew dê li ser kêmasiyên xwe rawestin û got: “Eger siyasetê rola xwe lîstiba, dê çek nehatiba bikaranîn.”
Kongre li Enqereya paytexta Tirkiyê Salona Werzîşê ya Ahmet Taner Kişlali birêve diçe. Tê pêşbînikirin ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag dîsa bibin hevserokên partiyê.