“Divê Îran binpêkirinên li Rohilatê Kurdistanê rawestîne”

Rêxistina RMMK pêşwsazî li rakirina cezayîn li ser Îranê kir.

K24- Rojhilatê Kutrdistanê

Rêxistineke mafên Mirova dixwaze ku binpêkirinên mafên miorva “yên ku rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê dike” bên rakirin.

Şûraya Rêxistina Bergiriyê li Mafên Mirovên Kurdistanê (RMMK)di daxuyaniyeke nivîskî de pêşwazî li rakirina cezayên navdewletî yên li ser Îranê kir.

Rêxistina navborî nîgeraniya xwe ji rewşa mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê anî ziman û daxwaza serbest berdana hemû girtiyên siyasî ji yên di girtîgehên Îranê de kir.

Herwiha di daxuyaniya xwe de, rêxistina RMMK daxwaz kir ku “binpêkirinên mafên mirovan û gefên li ser jiyana siyasî, civakî û ferhengî ya xelkên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û netewe û kemîneyên din ên Îranê bên rakirin.”

Daxuyaniyê daxwaza “azadiya girtiyên siyasî û vekirina siyasî li welat û aştiyê ligel xelk û mafên mirovan” ji rejîma Îranê kir.