Demîrtaş û Yuksekdag wek hevserok man

JI bilî her du hevserokê berê, kesî xwe neberbijartibû

K24- Enqere

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) carek din Selahedîn Demirtaş û Figen Yuksekdag wek hevserokê giştî hilbijartin.

2yemîn Kongreya Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Enqereya paytexta Tirkiyê birêve diçe.

Li gor peyamnêra K24ê, carek din Demirtaş û Yukeskdag bo hevserokatiya HDPê hatin hilbijartin.

Peyamnêra me diyar kir ku, ji bilî Yukeskdag û Demirtaş, tu kesî din xwe ji bo posta hevserokatiyê berbijêr nekiribû.

Hevserokê Giştî yê HDPê, Selahedîn Demirtaş di gotarekê de ragihandibû ku, ji bo bêdengkirina çekan, pêwîste siyaset derkeve holê.

Demirtaş di gotara xwe de nîgeraniya xwe ji rewşa şer û aloziyê ya li Bakurê Kurdistanê anî ziman û wiha pêde çû: “Çek û pevçûn rewşek neasayî ye, pêwîste em di çarçoveya siyastê de gotûbêjan bikin û pirsên girîng çareser bikin.”