Eşîretên Ereban tohmetên “Amnesty”yê red dikin

Eşîreta Hedîdî ya Ereb tohmetbarkirina Hêzên Pêşmerge bi “Têkdana gundên Ereban li sînorê Nînewayê” ji aliyê rêxistina navdewletî AMNISTY de, red dike.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr 

Eşîreta Hedîdî ya Ereb tohmetbarkirina Hêzên Pêşmerge bi “Têkdana gundên Ereban li sînorê Nînewayê” ji aliyê rêxistina navdewletî Amnesty de, red dike.

Serokê Eşîreta Hedîdî li Iraqê Ehmed Mehmûd ji K24ê re axivî û got: “Em spasiya Pêşmerge dikin û heta mirinê helwêsta Pêşmerge jibîr nakin, ew rêxistinên Pêşmerge tohmetdar dikin bila biçin serdana navçeyên wek Diyala bikin.”

Mehmûd ku eşîreta wî li çiyayê Meqlobê bicih dibe, amaje bi wê yekê kir jî ku, çewsandina Ereban û têkdana gundan ji aliyê Pêşmergeyan ve, qet rastî tê de tune ye.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) kdi raporekê de, Hêzên Pêşmerge bi têkada gundên Ereban li sînorê Parêzgeha Nînewa tohmetbar kiribû.