Li Qamişloyê teqîn: 3 kuştî û 8 birîndar

Cihê teqînê ji aliyê hêzên asayişê ve hatiye dorpêçkirin.
kurdistan24.net

K24- Qamişlo

Li bajarê Qamişlo teqînek çêbû, herî kêm jî 3 kesan canê xwe ji dest da û 7birîndarin.

Peyamnêrê K24 diyar kir ku, beriya bîstekê li nêzîk xwaringeha Bab el-Hara ya li cadeya Wihdê teqîn çêbûye.

Peymanêrê K24ê diyar kir ku, her du kesên canên xwe jidest dane, birayên hev in, Besam û Tamba Yaqûb Koriyê ne. herwha yê sêyem jî bi navê Morîs Xaco ye. birîndar jî bo nexweşxana Dareselam ya Qamişlo hatine veguhastin. Peyamnêrê K24 li Qamişlo amaje bi wê yekê kir ku, 7 birîndar ji pêkhateya Xirîstiyanî ne û rewşa wan cigar in, yek jî ku Kurd e rewşa wî ne cigar e.

Cihê teqînê jî ji aliyê hêzên asayişê ve hatiye dorpêçkirin. Heta niha jî ti aliyekî berpirsyariya xwe li ser teqînê neaniye ziman.